Tevî agirbestê jî êrîşên Îsraîlê yên li dijî başûrê Libnanê didomin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di encama êrîşên hewayî ku roja Duşemê pêk hatin de 4 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku di nava kesên birîndar bûne de zarok jî hene.
Li gorî daneyan ji 17’ê Nîsanê ku agirbesta qurfbar ketiye meriyetê û vir ve di encama êrîşên Îsraîlê de herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dane.
Îsraîl ji binpêkirina agirbestê Hîzbûllah berpirsyar digire. Artêşa Îsraîlê, îdîa dike ku ji ber Hîzbûllah ‘binpêkirinan dubare dike’ ew neçar dimîne serî li mudaxeleya leşkerî bide.
Hîzbûllah jî beriya vê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ger êrîşên Îsraîlê bidome ew ê mafên xwe yên bersivdayînê bikar bînin.
Piştî hevdîtina Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di 17’ê Nîsanê de ku kêm car pêk tê ji bo 10 rojan agirbest hatibû ragihandin. Lê belê ji ber rageşiya li herêmê, êrîşên berdewam û sûcdarkirina hev, têkildarê domdariya agirbestê fikar çêdibe.
Hîzbûllah ku rasterast tevlî hevdîtinan nebû, lihevkirinê weke ‘teslîmiyet’ binav kiribû lê diyar kiribû ku ger Îsraîl êrîşê wan neke ew ê girêdayî agirbestê bin.